Bekir Aydoğan
16 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2025
Hat ragihandin ku li Duhoka bajarê Iraqê bi wesayîta esmanî ya bêfirokevan (ÎHA) a bombebarkirî êrîşî 3 qadên neftê yên cuda kirin.
Yekeya Têkoşîna Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) der barê mijarê da daxuyanî da û diyar kir ku serê sibehê di saet 07.14an da bi ÎHAya bombebarkirî êrîşî qada neftê ya Handê kirin.
Hat gotin ku di êrîşê da tiştek bi kesî nehat û ziyana madî jî çênebû.
Ji aliyê din va jî hat gotin ku serê sibehê di saet 06.00, 06.15 û 07.00î da li Zaxoya ser Duhokê bi ÎHAyên bombebarkirî êrîşî du qadên neftê yên cuda kirin.
Hat gotin ku di êrîşan da tiştek bi kesî nehat.