SEDONA
Rayedaran diyar kir ku balafirek li nêzî bajarê Sedonayê ket û di encamê de 4 kes mirin. Balafira din jî li sînorê Utahê ket û tê de 2 kes mirin.
Der bare nasnemeyên kesên ku di qezayê de mirin de tu daxuyanî nehat dayîn. Hat gotin ku Saziya Ewlehiyê ya Gîhandin a Neteweyî û Saziya Hewavanî ya Federal a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) der barê qezayan de lêpirsîn da destpêkirin.