KABÛL
Di êrîşa xwekujiyê ya li dijî dibistaneke li Perwana bajarê Efganistanê de jê 2 polês 13 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Amîrê Ewlekariya navçeya Begramê ya bajarê Perwanê Mihemed Mesûm Farzayî diyar kir dema ku leşkerên Amerîkayê li dibistanekê melzemeyên qirtasiyeyê belav dikirin, çalakvanekî xwekujiyê kete dibistanê û bombeya li ser xwe teqand.
Farzayî axaftina xwe wiha dewam kir: "Teqîn serê sibehê qewimî. 11 xwendekarên lîseyê û 2 polês mirin. 7 sivîl û polêsek jî birîndar bûn."
Farzayî bal kişand ku di êrîşê de leşkerên amerîkî jî zirar dîtine û got der heq vê mijarê de ji vê zêdetir agahiya nizanim.
Berdevkê Talibanê Zabîullah Mucahîd jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de îdia kir ku di êrîşeke li dijî navçeya Begramê ya bajarê Perwanê de 15 efserên hêza taybet a amerîkî mirin. Berdevkê Talibanê bi berdewamî îdia kir ku di bûyerê de hin polêsên efgan jî mirin.
- Li rojhilatê Efganistanê 4 peywirdarên ISAFê hatin kuştin
Ji hêla din, Hêzên Alîkariyê yên Ewlehiya Navneteweyî (ISAF) daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşa hêzên dujmin de 4 peywirdarên ISAFê hatin kuştin.
ISAFê der barê nasnameya leşkeran û cihê teqez ê ku bûyer lê qewimî de agahî neda.