01 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
EZEZ
Li Efrînê li gundê Qestel Cindoyê yê ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ji PYD/PKKyê paqij kirin, di binê avahiyekê da tuneleke nû hat dîtin.
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da gundê Qestel Cindoyê ji terorîstan paqij kirin, li gund xebatên lêgerînê dan destpêkirin.
Tîman di vê çarçoveyê de li gundê di bin avahiyeke duqatî de tuneleke 6 mêtro kûr tesbît kir.
Hat tespîtkirin terorîstan ev tunel ji bo kombûnê bi kar aniye û dirêjahiya wê nêzî 50 mêtroyî ye.
Fermandarekî ASAyê got ku gava ku ev tunel tesbît kirine tê da 4 terorîst hebûne û ji wan 2 kes kuştine û 2 kes jî dîl girtine.
Li Efrîna ku PYD/PKKyê ev 7 sal in xwe lê qewî bi cih kiriye, tê zanîn ku li deverên asê û çiya gelek tunel û stargeh hatine çêkirin.