11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
KABUL
Hat ragihandin ku di êrîşa li ser mêvanxaneya walîtiya Qendehara wîlayeta Efxanistanê da 11 kes mirin û 15 kesên ku di nav wan da Waliyê Qendeharê Humayun Ezîzî û Balyozê Kabulê yê Mîrektiya Ereban a Yekbûyî Cuma Mihemed Ebdillah el-Kabî jî tev in birîndar ketin.
Midûrê Ewlekariya Qendeharê General Ebdil Rezaq daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got çaxa ku Walî Ezîzî, balyoz Kabî û rayedarên payebilind li mêvanxaneyê di civînê da bûn êrîş hatiye kirin.
Rezak got hat tesbîtkirin ku bombe di binê qoltixên mêvanxaneyê da hatine bicîkirin, tê texmînkirin, piştî ku civînê dest pê kiriye ji dûr va bombe hatiye teqandin.
Rezaq diyar kir ku piştî teqînê agir bi avahiyê ket û di êrîşê da 11 kesên ku di nav wan da rayedarên payebilind hene mirin.
Rezaq got ji ber ku cesed zehf şewitîne nikarin nasnameya wan tesbît bikin, di bûyerê da 15 kesên ku di wan da Waliyê Qendeharê Humayun Ezîzî û Balyozê Kabulê yê Mîrektiya Ereban a Yekbûyî Cuma Mihemed Ebdillah el-Kabî jî tev in birîndar ketin.
Der barê dîplomatên biyanî ên birîndar da hê agahî nehatin dayîn.
Talibanê diyar kir ku tu têkiliyeke wan bi vê êrîşê ra tune.