31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ELAZIG
Li Elezîzê 11 şikbar ji ber îdiaya propagandaya PKKya rêxistina terorê hatin binçavkirin.
Di lêpirsîna ji hêla Serozgeriya Komarê ya Elezîzê va tê meşandin de, tîmên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li navenda Elezîzê û li navçeyên Karakoçan, Kovancilar, Aricak û Alacakayayê operasyon kirin.
Di operasyonê de 11 kes ji ber îdiaya propagandaya PKKya rêxistina terorê hatin binçavkirin.
Li malên şikbaran 5 tivingên bêruxset, demançe, weşanên qedexekirî, materyalên dijîtal û hinek jî hişbir hat bidestxistin.
Kar û barên fermî yên şikbaran li ewlehiyê dewam dike.