Haydar Karaalp
03 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2021
Li Enbara wîlayeta Iraqê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî qereqola polêsan hat kirin.
Fermandarê Operasyonên Enbarê Nasir Gennam daxuyand li Enbarê bi wesayîteke bombebarkirî va êrîşî qereqola polêsan hat kirin.
Gennam got wesayît hat îmhakirin, şofêrê wê jî hat berterefkirin.
Gennam got di êrîşê da kes nemir û zirareke madî jî çênebû.