BLANG MANCUNG
Li herêma Açeya Endonezyayê duh bi mezinahiya 6,1ê erdhej pêk hat û hejmara miriyan gihîşte 30î kesî. Leşker, polês û sivîl li 12 kesên wendayî digerin.
Navenda Kêmkirina Xisara Bobelatan Sutopo Purwo Nugroho, diyar kir ku navenda erdhejê, rojavayê girava Sumatrayê ye û di erdhejê de 275 kes birîndar bûn. Nugroho, da zanîn ku di 4 hezar û 300î zedetir malan de xisar pêk hat û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Li welêt di 26ê kanuna 2004an de jî bi pîleya 9,1ê erdhej û tusunamî çêbûbûn. Di wê erdhejê de 230 hezar kes miribûn.