30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
HELEB
Li bajarê Helebê yê li bakurê Sûriyê piştî êrîşên hêzên rejimê yên pey hev kolan tijî cesed bûn.
Li rojhilatê Helebê rejima Beşşar Esed û hevkarên wê ji asîman, hêzên milîs ên Îran, Iraq û Hizbullahê jî ji bejayê deverên di destê muxalifan da bombebaran dikin. Ji Heleba ku rejim bi awayekî dijwar bombebaran dike, sivîl direvin û herwiha aktîvîst û rojnameger jî gelekî zihmetiyê dikişînin ku wêne û dîmenan bikşînin.
Yek ji aktîvîstên medyaya herêmî Ebû Emmar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ji ber êrîşên pey hev, ew nikarin ji mala xwe derkevin.
Ebû Emmar wiha xeberda, "Ji ber bordûmana giran a rejim û ûris, kolan û kuçe bi birîndar û cesedan tijî bûn. Hingî êrîş zehf in em ditirsin derkevin derva. Li Helebê ji kolanan bêhna xwînê tê."
Li Helebê ji rayedarên parastina sivîl Babîrîs Mîşal jî got ku hêzên Esed li rojhilata Helebê herêmên mixalifan bombebaran dike.
Mîşal diyar kir, ji ber bombebaranê ew nikarin herin cihên bûyerê û wiha dewam kir: "Sivîlên ku ji êrîşan revîn, hêzên Esed ew li Cub el-Kubbeyê da ber topan. Pişt ra bi hewanan êrîşî herêmê kir."
Mîşal diyar kir, di êrîşê da piranî jin û zarok 45 kes mirin, bi dehan kesan birîndar bûn. Mîşal wiha dewam kir: "Kolana ku li sivîlan dan, tije cesed in. Piraniya cesedan nayên naskirin."
Mîşal got ku mirovên ji şer direvin, tî û birçî ne, xwarin û vexwarina wan tuneye, firinên mayî jî ji ber êrîşan naxebitin.
Piştî êrîşên rejimê yên ji rohilatê Helebê ji 15yê çiriya paşîn heta niha tên kirin jimara miriyan bû 739 yên birîndaran jî derket 2 hezar 500an.
Heleba li bakurê Sûriyeyê piştî Şama paytextê welêt bajarê mezin ê duyemînê Sûriyeyê ye û navenda wê 40 kîlometre ji Tirkiyeyê dûr e. Rojavayê bajêr di destê rejimê de ye û rojhilatê wê jî di destê mixalifan de ye. Li rojhilatê Heleba ku di bin dagirkiriya hêzên rejimê da ye nêzî 300 hezar sivîl hene.
Li gor daneyên Midûriyeta Tendûristiyê ya Bajarê Helebê gel ev 97 roj e nikare hewcedariyên xwe yên sereke yên wek xwarin û vexwarinê pêk bîne.
Di du hefteyên dawîn da hemû nexweşxane û derên ji bo tendûristiyê rastî êrîşa hêzên rejimê hatin û bi kêrî tu tiştekî nayên. Li bajêr bi tenê 3 firin hene û hemû dibistanên li herêmê girtî ne.