Elif Irmak
12 Gulan 2020•Rojanekirin: 13 Gulan 2020
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) piştî tevdîrên ku bi qasî 3 mehan e ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tên tetbîqkirin derbasî pêvajoya normalîzebûna qismî bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî ya HKIyê da hat gotin ku qedexeya derketina derva ya ku ji 4ê nîsanê vir va li nav wilayetan tê tetbîqkirin hat rakirin lêbelê qedexeya daketin û derketina nav wilayetan da heta 17ê gulanê hat dirêjkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di nav wilayetê da bi wesayîtê ji navenda bajêr dikarin biçin navçeyan lêbelê qedexeyên ji bo ku kafe, restoran tam bikevin xizmetê, vekirina navendên şahiyê û li mizgeftan danîna sersaxiyan tên tetbîqkirin dê dewam bikin.
Piştî vê daxuyaniya hikûmetê li navendên bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebçeyê bariyerên beton ên ku berê li cihên qerebalix danîbûn hatin rakirin. Dikanên li navenda sûkê û gelek navendên bazirganiyê ji nû va dest bi fealiyetê kirin.
- Li mizgeftan terawîha ewil hat kirin
Li HKIyê ji guh va deriyên mizgeftên ku ji 4ê adarê va ji bo îbadetên komî girtî bûn ji bo îbadet û nimêja terawîhê hatin vekirin. Pêşiyê nimêja nîvro li Mizgefta Mezin a li navenda bajarê Silêmaniyê hat kirin.
Mizgeft di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê da berî ku bên vekirin bi destê ekîbên tenduristiyê hatin dezenfektekirin û di dema îbadetê da jî guh dan mesafeya civakî û mirov wisa hildan mizgeftê.
Meleyan di nimêja ewil a bi cemeatî da bi giştî li ser tetbîqkirina tevdîrên tenduristiyê û serwextkirina welatiyan weaz dan.
Hecî Xerîb Ehmedê 65 salî yê ji Silêmaniyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi taybetî ji ber ku di meha remezanê da mizgeft hatin vekirin kêfxweş bûn, dixwaze ku nimêjên terawîh û înê bi cemeat bike.
- Li HKIyê tenê 14 nexweş man
Li gor daneyên dawîn ên ku Wezareta Tenduristiyê ya HKIyê parve kirin ji 391 waqieyan 5 kes mirin û 372 jê baş bûn û 14 nexweş hê jî tên dermankirin. Wezaretê ragihand ku bi tevahî 976 test hatin kirin û waqieyên nû tunene.