Mehmet Nuri Uçar
14 Tebax 2026•Rojanekirin: 14 Tebax 2026
Hat ragihandin ku dijî Hewlêra bajarê Iraqê bi wesayîtên asîmanî yên bêmirov (ÎHA) êrîş hat kirin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Iraqê da cî girtin çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê li asîmanê Hewlêrê pêşî li êrîşa ÎHAyê girt.
Çavkaniyan diyar kir ku enqaza ÎHAyê ket niştewareke nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.
Di çapemeniya herêmî da hat ragihandin ku êrîşê baregeheke Amerîkayê ya nêzî balafirgehê hedef girtiye, hat îdiakirin ku piştî êrîşê fealiyetên li balafirgehê hatin rawestandin.
Hat ragihandin ku di bûyerê da tu kes nemir yan birîndar nebû û der barê xisara çêbû û berpirsyarên êrîşê da hê tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.