Nihat Kavşut
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
BEXDA
Li gor agahiyan li rojavayê Iraqê rojnamevaneke jin ya pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û DEAŞa rêxistina terorî da teqîb dikir hat kuştin.
Nizar Ebdulhemîdê di artêşa Iraqê da wezîfedar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Rana el-Uceyliya nûçegihana şer ya li Qaîma navçeya Enbarê li cem Heşda Şebiyê pevçûn dişopandin hat kuştin."
Ebdulhemîd destnîşan kir kameravan Muntezir Adilê pê ra jî birîndar bû.
Uceylî ji bona Tora Enformasyonê ya Şer ya Heşda Şebiyê dixebitî.
Iraq ji bona rojnamevanan di nav dewletên xeternak da cî digire û li gor daneyên Çavdêriya Azadiya Çapameniyê di sala 2017an da li Iraqê 7 rojnamevan hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.