Haydar Karaalp
11 Mijdar 2025•Rojanekirin: 12 Mijdar 2025
Li Iraqê ji bo hilbijartina giştî pêvajoya dengdanê dest pê kir.
Li wî welatî dê nêzî 21 milyon hilbijêr biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.
Di hilbijartinan da ji bo parlementoya ku 329 kursiyê wê hene, 7 hezar û 744 namzed pêşbirkê bikin.
Komîsertiya Hilbijartinê ya Bilind ragihandibû ku ewê piştî girtina sindoqan bi 24 saetan encamên hilbijartinê eşkere bike.
Li Iraqê gihîştina encamê ji bo hilbijartinên parlementoyê carinan bi mehan diajo.