Sayed Khodaiberdi Sadat
03 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2021
Li Kabula paytextê Efxanistanê di êrîşeke bibombe ya li devê Mizgefta Eîdgahê hat kirin da li gor agahiyên ewil 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Talibanê û Wekîlê Alîkarê Wezîrê Çandê yê rêvebiriya Talibanê Zabîhullah Mucahîd daxuyand li Çemen Huzuriya herêma Kabulê li devê Mizgefta Eîdgahê êrîşeke bibombe hat kirin.
Di êrîşê da li gor agahiyên ewil 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Hê kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.
Li Celalabada bajarê Nangarharê duh şev êrîşeke biçek hatibû kirin, di êrîşê da 2 endamên Talibanê û 2 sivîl hatibûn kuştin.