Sayed Khodaiberdi Sadat
19 Nîsan 2022•Rojanekirin: 20 Nîsan 2022
Li Kabula paytextê Efxanistanê di Lîseya Ebdul Rehîm û Qursa Mumtazê da li dû hev êrîşên bibombe çêbûn, li gor agahiyên ewil 6 kes di êrîşan da hatin kuştin.
Berdevkê Midûriya Ewlehiya Kabulê yê hikûmeta berwext a Talibanê Xalid Zadran li ser medyaya civakî daxuyand li rojavayê Kabulê bi sê êrîşên bibombe va Şiî hedef hatin girtin.
Zadran daxuyand di êrîşan da 6 kes hatin kuştin, 11 kes jî birîndar bûn.
Ji ber êrîşê hemû rêyên diçin wê kolanê ji hatin û çûyînê ra hatin girtin.
Hê tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.