Elif Orhan
18 Nîsan 2019•Rojanekirin: 18 Nîsan 2019
Gumanbarê ku bi du bîdonên benzînê hat Katedrala St. Patrîcks a navdar a New Yorkê û benzîn rijande dîwarên katedralê hat binçavkirin.
Polêsên New Yorkê di daxuyaniya ku êvarê dan da ragihandin ku midaxeleyê bûyereke li Katedrala St. Patrîcks a li Kolana 5emîn a Manhattanê kirin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê da rayedarekî ewlehiyê da zanîn ku gumanbarekî ku bi du bîdonên benzînê hat katedralê û benzîn rijande dîwarên katedralê hat binçavkirin.
Hat diyarkirin ku gumanbar mêrîkê 37 salî ye û li New Jerseyê dijî.
Bal kişandin ku bûyer piştî şewata li Katedrala Notre Dameyê ya li Parîsa paytexê Fransayê çêbû ku xisareke mezin da avahiya qedîm.