15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2017
KERKÛK
Necmetîn Kerîmê Waliyê Kerkûkê ku ji aliyê parlamentoya Iraqê ve ji wezîfeyê hatibû girtin, ragihand ku gel piştevaniya wan dike û Pêşmerge ji Kerkûkê venakişe.
Kerîm welatiyên ku dijî êrîşa muhtemel ya hikûmeta navend a Iraqê derketin kuçeyan ziyaret kir û li vir daxuyanî da nûçegihanan. Kerîm got: "Welatiyên me heskirin welatê xwe nîşan didin, ji bo vî bajarî gelek şehîd hatin dayin. Bila dijmin nebêje qey wê bi rihetî têkeve bajêr."
Hikûmeta navend a Iraqê ji bo pêşmerge ji Kerkûkê vekişe wext dabû, hat bibîrxistin ku ev wext bidawî bû.
Ji aliyê din ve Kemal Kerkûkiyê Fermandarê eniya 5emîn a li rojavaya Kerkûkê îdia kir ku rayedareke ji artêşa Iraqê li ser telefonê gotiye dixwazin li balafirgeha navenda bajêr bicih bibin û ji bo vê jî bila pêşmerge herî dereng heta saet 01.00ê rê veke.
- Wezîr Aracî ji Midûrê Polêsên Kerkûkê xwest ku ligel gel be
- Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê Qasim Aracî ji Midûrê Polêsên Kerkûkê daxwaz kir ku ligel gel be.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê "Wezîr Aracî ji Midûrê Polêsên Kerkûkê ra têlefon vekir û got ku ligel gel be û ferman kir ku ewlehiya her kesî pêk bîne."
Aracî diyar kir, li Kerkûkê dijî gel tu rîskeke ewlehiyê tuneye û ew ê nebin hedef û wiha got: "Hikûmet ji her kesî berpirsiyar e."