HELEB
Li navenda Kobanê piştî şerê ku ji 4 mehan zêdetir bû di navbera DÎŞI û hêzên kurdan de dewam dikir, kuta bû. Piştî şer ji bajêr dîmen û wêne hatin û tê dîtin ku li Kobanêyê wek bajarekî xirabe xuya dike û kevir li ser kevirê nemaye.
DÎŞIyê bi qasî 5 meh berê gundên derdora Kobanê dagir kir, lê hêzên kurdan li hemberî wan bêdeng neman û bi DÎŞIyê re dest bi şer kirin. Ji ber şer nêzî 200 hezar kes ji hêla Kobanê derbasî aliyê Tirkiyeyê bûn.
Şerê di navbera hêzên kurd û DÎŞIyê de her ku çû girantir bû û li ber berxwedana hêzên kurdan DÎŞIyê bi tank û topan ve ji girikên ku bajêr jê baş xuya dike ve êrîşên xwe zêdetir kirin. DÎŞIyê dixwest ku berxwedana hêzên kurdan perçe bike û seranserê Kobanê bike bin kontrola xwe, ji bo vê jî bi çekên giran ve êrîş kirin û hin caran jî êrîşên xwekujiyê kirin. Şer û pevçûnên di navbera hêzên kurd û DÎŞIyê de di nav kuçe û kolanên Kobanê de bi mehan dewam kir.
Piştî ku hêzên koalîsyonê ji hewayê ve êrîş birin ser cihên DÎŞIyê, pevçûn piçek kêm bûn, lê DÎŞIyê xwe berhev kir û şer ji nû ve giran bû. Hêzên koalîsyonê, Artêşa Sûriyeyê ya Azad, hêzên pêşmergeyan piştgirî dan hêzên kurd ên ku li Kobanê şer dikirin.
Li Kobanêyê nêzî hezar û 500 kes di şer de mirin.
Tê gotin ku li herêmê nêzî 500 kesî mirin û bi hezaran kes birîndar bûn. Her wiha pevçûnên li herêmê li der û dora bajêr dem bi dem dewam dikin.
Balafirên şer ên koalîsyonê jî li ser herêmê diçin û tên, car caran kozikên DÎŞIyê yên der û dora bajêr bombebaran dikin.
Li Kobanê di şer de ew qas topên hewanê hatin avêtin, bi çekên giran ew qas gule li wan deran ketine ku, bajêr bûye wek xerabeyekê.
Li herêmê kolan, tax an jî kuçeyên ku xesar negihîştiyê tuneye. Sûk, neşweşxane, avahiyên qamûyê û kargeh hilweşiyan e. Tax bûne xirabe, binesaziya bajêr têk çûye û meriv li her derê herêmê rastî wesaîtên xurde tê. Heta ew qas di kolanan de pevçûn çêbûne ku, pêkan e ku meriv rastî guleyên neteqandî jî were.
Mizgefta Mezin a Kobanê jî xerab bûye. Her çend minara mizgeftê xesar hilda be jî, mizgef hê hilneşiyaye, lê hewşa mizgeftê û nava mizgeftê tijî moloz bûne.
Ji aliyekî din ve meriv li navenda bajêr rastî hêzên kurdan tê ku li navendê têkoşînê didin. Di nav wan de jin jî hene û ji ber ku di şer de serkeftî bûne kêfxweş in.
- "Sipas ji Tirkiyeyê re"
Rêvebirê Payebilin yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan li herêm li dijî terorê têkoşîneke bêhempa da.
Muslîm daxuyand ku divê hemû hemû welêt li dijî terorê dest bidin hev du û got ku di parastina Kobanê de keda her alî heye. Muslî wiha dewam kir:
"Gelekan piştgirî dan Kobanê. Tirkiye di serî de em ji her kesê ku piştgirî da re sipas dikin. Di vê serkeftinê de keda her kesî heye. Kobanê ji bo dinyayê bû sembolekê. Ji bo biratî û demokarsiyê ev li dijî terorê serkeftineke mezin e. Li Kobanê gelek kêmasî hene. Hema hema ji serê malê kesek mir. Di demeke nêz de civîn wê bê kirin û pişt re ji bo kesên ku ji Kobanê koç kirin vegerin, em ê xebatan bikin."
Muslîm got ku ew dixwazin Kobanê cardin ava bikin û ji bo avakirina herêmê ew li benda piştgiriya ciwanên kurd ên sûriyeyî ne.