Önder Beyter
15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
USKUP
Li Makedonyayê ji bo hilbijartina şaredar û endamên meclisê yên nû, di TSI 08.00an da dengdayînê dest pê kir.
Milyonek û 814 hezar û 644 hilbijêrên tomarkirî, wê heya TSI 20.00an bikaribin raya xwe bavêjin 3 hezar û 480 sandoqên amadekirî.
Di hilbijartinê da ji bo rêveberiyên herêmî qedera 6 hezar û 900 namzedên ku ji namzedên 19 partî û herwiha yên hevpeyman û serbixwe pêk tên, di hevrikiyê da ne.
Li Makedonyaya ku 4 salan carekî hilbijartinên herêmî lê tên kirin, gel ji bo diyarkirina şaredar û endamên meclisa şaredariyê yên 81 şaredariyan diçin ser sandoqan.
Di hilbijartinan da tûra duyemîn di 29ê cotmehê da ye.