QAHÎRE
Hat ragihandin ku li bajarên Misrê yên cihê cihê di navbera polês û xwepêşanderên ku jiwezîfêdûrxistina Serokomar Muhemed Mursî protesto dikin de pêvçûn derket, gelek mirî û birîndar hene.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Yeyha Mûsa diyar kir ku li paytext Qahîreyê li ber Qesra Serokomariyê di navbera alîgirên Mursî û polêsan de pêvçûn derket û 3 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li bajarê Îskenderiyeyê 97 kes birîndar bûn, li Asyutê di bûyeran de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 28 kes jî birîndar bûn. Li bajarê Luksorê jî di pêvçûnan de 9 kes birîndar bûn. Her weha li nîvgirava Sînayê kesên nasnameya wan nediyar êrîşî polêsan kir, 2 polês mirin.
Li bajarê Arîşê jî di êrîşeke heman rengî de 2 polêsê din mirin.
Duh jî li Sînayê li balafirgeha el-Arîşê êrîşî 6 cihên ewlekariyê kiribûn, leşkerek miribû, 6 leşker jî birîndar bibûn.
72 kes mirin
Li gor agahiyên rayedarên nexweşxanê 30yê hezîranê vir ve di xwepêşandan û pêvçûnan de duh 13, îro jî 12 kes mirine, lê heya niha bi tevayî 72 kes mirine.
Raye di destê Serokomar de ye
Berdevkê Artêşa Misrê Albay Ahmed Muhemed Alî got: "Heke rewş weha berdewam bike, biryara îlana qedexekirina derketina kuçeyan û rewşa awarte di destê Serokomarê muweqet de ye. Li gor rayeya ku makezagonê dayê dikare vê biryarê bide."