Bekir Aydoğan
25 Sibat 2023•Rojanekirin: 26 Sibat 2023
Li Mûsila bajarê Iraqê bi mezinahiya 4,3yan erdhej çêbû.
Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê erdheja li Mûsilê da daxuyanî weşand.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin erdhej di saet 02.25an da li Hamdaniya navçeyê Mûsilê çêbûye. Li gor agahiyan mezinahiya erdhejê 4,3 ye û 15,27 kîlometre di bin erdê da çêbûye.
Li gor agahiyan li bajarên li derdorê jî erd hejiyaye û li gor xeberên di medyaya herêmî da derketin hin malan zirar dîtiye.