Ferizat Kaya
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku li Iraqê rojnamevanê fransî Stephane Villeneuve dema şerê li rojavayê bajêrê Mûsilê dişopand pêl mayînê kir û birîndar bû. Villeneuve ku li nexweşxaneyê tedawî dibû mir.
Li gorî agahiyên ji Konsolxaneya Hewlêrê yê Fransayê hat girtin, duh Villeneuve li herêma "Bajarê Kevn" dema şerê di navbera DEAŞ û hêzên Iraqê da dişopand, pêl mayînê kir û birîndar bû. Villeneuveyê ku li nexweşxaneyê tedawî dibû mîr.
Hat ragihandin ku herdu rojnamevanên birîndar ên fransî dê bi balafirambulansê sewqî Fransayê bikin.