Haydar Şahin
04 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
MOSKOVA
Li Moskovaya paytextê Rûsyayê li pêşiya Balyozxaneya Myanmarê qetlîamên li dijî misilmanên Arakanê hat protestokirin.
Li Rûsyayê bi sedan kesî ji bo ku balê bikişînin ser bûyerên tûndiyê yên li dijî misilmanên Myanmarê li pêşiya Bayyozxenaya Myanmarê çalakiya protestoyê li dar xist.
Di çalakiyê da tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin, bang kirin ku Myanmar qetlîamên li dijî misilmanên ji Arakanê (Rohîngya) bide sekinandin.
Wek mayîn hat ragihandin ku li Daxistan û Çeçenistana komarên Rûsyayê jî bi beşdariya bi dehan hezarî kesî va çalakiyên protestoyê ew ê bên lidarxistin.