Kasım İleri
11 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2022
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku di encama êrîşên li rojhilatê Sûriyeyê de 2 serkirdeyên DEAŞê hatin kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê de wiha hat gotin, "Hêzên girêdayî Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê 11ê sermawezî bi dema herêmî saet 02.57an li rojhilatê Sûriyeyê bi helîkopterê êrîşeke serkeftî li dar xist û di encamê de berpirsê Wîlayeta Sûriyeyê yê rêxistinê Anas jî di nav de 2 serkirdeyên DEAŞê hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyon bi yekalî ji aliyê eskerên DYAyê ve hatiye lidarxistin.
Herwiha tekezî li wê yekê hat kirin ku armanca serekî serkirdeyên DEAŞê bûn û li gorî tesbîtên berahî di operasyonê de tiştek bi sivîlan nehat.