Ferizat Kaya
22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
BAKU
Hewla sabotajê ya tîma kifşê ya hêzên Ermenistanê ji aliyê leşkerên Azerbeycanê hat berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, duh tîma kifşê ya artêşa Ermenistanê bi armanca sabotajê hewl da ku sînor derbas bikin. Tîm ji aliyê leşkerên Azerbeycanê hat tespîtkirin û hewla sabotajê hat berterefkirin. Tîma ermenî ji ber miriyê xwe vekişiya.
Wezaret ragihand ku li ser xetê kontrol di destê artêşa Azerbeycanê de ye. Her wiha wezaretê dîmenên êrîşê jî bi çapemeniyê re parve kir.