Abdullah Tel
28 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2018
XARTÛM
Li Sûdanê ji ber zema zêde ya ku li ser nan, sotemenî, xwarin û xurekên pêwîstiyên sereke yên rojane ne hat kirin ev hefteyek e çalakiyên protestokirinê tên lidarxistin. Di çalakiyan da heta niha 19 kes mirin û 406 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Enformasyonê yê Sûdanê Bişara Cuma Arur di civîna çapemeniyê da got ku di destpêkê da çalakiyên bihabûn protesto dikirin aştiyane bûn û polêsan mudaxele nekir lê paşê di çalakiyan da tundî zêde bû.
Arur diyar kir ku hin neyarên li hundir û derva yên welêt ji bo bidestxistina berjewendiyan li ser vê bûyerê dixwazin plan û bernameyên xwe bikin rewacê û wiha pê da çû: "Di çalakiyan da heta niha 2 jê wezîfedarên ewlehiyê 19 kes mirin û 219 jî jê wezîfedarên ewlehiyê 406 kes jî birîndar bûn û rewşa birîndaran baş e."
- "Piştî 15ê Rêbendanê pirsgirêka nan, sotemenî û pereyê neqdî wê bê çareserkirin"
Wezîr Arur destnîşan kir ku hin mirin ji ber rageşiya di navbera talankar û xwediyên dikanan da qewimî pêk hatin û wiha dewam kir: "Li çend wîlayetan çalakiyên dawîn ên tundî tê da zêde bû bi eşkere zirar dan malê dewletê û şexsan. Ji bo telafîkirina zirar û ziyanan jî komîsyon hatin avakirin. Hikûmet ji bo ku ji vê qeyranê xilas bibe tewdîrên hewce hildan. Ev hemû pirsgirêk wê derbas bibin. Piştî 15ê Rêbendanê pirsgirêka nan, sotemenî û pereyê neqdî wê bê çareserkirin."
Di axaftina xwe da Arur bangî kesên dixwazin rejim biguhere jî kir û got ku her kesê dixwaze dikare vê daxwazê bîne rojevê û rêya wê yekê jî hilbijartin e.