HELEB
Hat ragihandin ku di encama operasyonên DYA û hevalbendên wê yên li Sûriyeyê û li dijî milîtanên Eniya Nusrayê de 50 milîtan mirin.
Li gor agahiyan li bakurê Helebê li ser 4 baregehên Eniya Nusrayê êrîş hat kirin û di encamê de 50 kes mirin.
Aktîvîst Saîr Helebî jî destnîşan kir ku di êrîşên ku li Reqayê tên kirin de gelek endamên DÎŞIyê mirin û got ku hejmareke rasterast tuneye.