Ahmed Gouda,Hamdi Yıldız
01 Mijdar 2023•Rojanekirin: 01 Mijdar 2023
Paltela Şirketa Telekomunîkasyonê ya Filistînê daxuyand, destê sibehê li Xeta Xezeyê ragihandin û înternet bi temamî hat birîn.
Şirketê li ser platforma Xê daxuyanî da û wiha got, "Şebekeya navneteweyî ku berê hatibû girêdan, cardin hat birîn û li Xeta Xezeyê hemû xizmetên ragihandin û înternetê bi temamî hatin birîn."
Şirketa Paltelê di 27ê Cotmehê da daxuyandibû ku di encama êrîşên Îsraîlê da xizmeta ragihandin û înternetê li Xezeyê hatibû birîn, lê xizmet peyderpey cardin tê dayîn.