Türkan Tosun
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 03 Sibat 2020
Li Îdirê piştî ku berf barî hêlîna leglegan bi berfê nixûmî û dîmenên balkêş derketin holê.
Qismeke leglegan a li dora Çemê Erezê û Bulaxbaşiyê her çiqas zivistan hatibe jî koç nekirin.
Li bajêr berf ji nişkê va barî û hêlîna leglegan bi berfê nixûmî.
Legleg bendê man ku berf bisekine û ji hêlîna xwe derneketin.
Welatî Mehmet Ateş ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "Serê sibê dema em rabûn me dît bajêr di bin berfê da maye. Leglegên sembola Îdirê ne jî di bin berfê da man. Berfê tesîr li ser wan jî kir."
Muhîttîn Akkuş jî got îsal li Îdirê zivistan zêde sar derbas nebûye, li gor texmîna wan hewayê di demek nêz da germ bibe.
Akkuş got li gor texmîna wî berfa ku barî wê zirarê nede leglegan.