Abdullah Tel
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 09 Sibat 2018
ÎDLIB
Balafirên şer ên Ûris li herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdliba ser Sûriyeyê ji esman va êrîşî nexweşxaneyekê û du dibistanan kirin. Di êrîşa balafiran da 10 sivîl hatin kuştin.
Midûrê Parastina Sivîl a Îdlibê Mistefa Hac Yûsuf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku êrîşên balafirên şer ên Rûsyayê yên li ser Îdlibê dewam dikin.
Yûsuf got: "Di êrîşa balafirên şer ên Ûris ku birin ser Mişmişana gundê navçeya Cîsr eş Şûxûrê da 10 sivîl hatin kuştin. Wezîfedarên Parastina Sivîl jî di nav da herî kêm 15 kes birîndar bûn."
Yûsuf destnîşan kir ku li seranserê bajêr êrîşên hewayî bênavber didomin û ji ber ku nexweşxane û dibistan vala bûn rê li ber bobelateke mezin hat girtin.
Ekîbên Parastina Sivîl dibêjin ji ber êrîşên hewayî dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.