14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
ÎDLIB
Hat ragihandin ku li Maarret el-Misrina bajaroka Îdliba li rojhilatê bakurê Sûriyeyê êrîşî esmanî li ciyê bazarê hat kirin û di êrîşê da 10 sivîl mirin û 21 kes jî birîndar bûn.
Mihemmed Yehyayê ji rayedarên parastina sivîl ê li Maarret el-Misrinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku balafireke artêşa Sûriyeyê li Maarret el-Misrina li bakurê Îdlibê êrîşa esmanî bir ser ciyê bazarê.
Yehya destnîşan kir ku di êrîşê da 10 sivîl mirin û 21 kes jî birîndar bûn.
Yehya diyar kir ku piraniya dikanên li ciyê bazarê xisar dîtin.