Elaheh Salari,Mustafa Melih Ahıshalı
31 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 01 Sibat 2023
Li gor IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, Serokê Îdareya Avahiyan a Azerbeycana Rojava Cefer Berzeger der barê avahiyên ku di erdhejê da xesar hildan da agahî da.
Berzeger got, "Di erdhejê da herî kêm 3 hezar û 500 xanî, di navbera ji sedî 20 û 80yî da xesar hilda."
Tê gotin, qismekî Îraniyên kuxaniyên wan di erdheja Xoyê da xesar hildan, di salonên sporê û avahiyên qamûyê da hatin bicihkirin.

Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acilê, di 28ê rêbendanê roja şemiyê li Xoya bajarê Îranê li gor saeta herêmî di 21.44an da bi lerza 5,8ê erd hejiyabû.
Walîtiya Azerbeycana Rojava daxuyandibû ku erdhejê li 70 gundan xanî xerab kirin, 3 kes mirin, 1167 kes birîndar bûn.