Ahmet Dursun
30 Îlon 2024•Rojanekirin: 30 Îlon 2024
Li Îranê du dizên biçek yên ku polêsek kuştin, hatin dardakirin.
Li gor nûçeya Ajansa Xeberan ya Mîzanê, di Kanûna Pêşîn ya 2020an da li Humeynê du dizên biçek piştî diziyê polêsek ku mudaxaleyî wan kiribû kuştibûn. Hat ragihandin ku îro cezayê van dizan hat înfazkrin.
Piştî ku darazê biryara derbarê mehkûman da erê kir, mehkûm li Humeynê li qadeke ji gel ra vekirî hatin înfazkirin.