05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
MEŞHED
Li nêzîkî Meşheda bajarê Îranê erd bi lerza 6an hejiya.
Navenda Sîsmolojiyê ya Enstîtuya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê diyar kir ku li Sefîd Senga bajaroka Rezevî Xoresana eyaleta welêt erd bi lerza 6an hejiya û erdhej 10 kîlometre di binê erdê da çêbû. Hat ragihandin ku erd li gor saeta herêmî di saet 10.39an da hejiya.
Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêma li nêzîkî sînorê Efxanistanê kirin û der barê mirî, birîndar û zirara ku li herêmê ket da hê agahî nehatine dayîn.