Mustafa Melih Ahıshalı
02 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2024
ÎSTANBUL (AA) - Berdevkê Saziya Hewageriya Sivîl a Îranê Cefer Yazerlû ragihand, ji ber sedema ewlehiyê maweya betalkirina firînên li welêt ji bo heta sibê saet 05.00an hat dirêjkirin.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Yazerlû der heqê rewşa seferên balafirên li welêt da agahî da.
Yazerlû wiha got, "Ji ber rewşa li herêmê ji bo ewlehiya firînan hemû firînên li welêt ji bo heta sibê saet 05.00an hatin betalkirin."
Peywirdarê Îranî duh piştî êrîşa welatê wî ya dijî Îsraîlê ragihandibû ku seferên balafiran ji bo heta îro saet 10.00an hatin betalkirin.