Tevgera Aştiyê ya Niha ya meyla wê li ser çepgiriyê ye, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û wiha got: "Li Tel Avîvê Qada Rabinê xwepêşana li dijî şer hat kirin û nêzî 15 hezar kesî tevî xwepêşanê bû. Guhertin wê bi saya serê me çêbibe."
Dîrektorê Karên Derve yê Tevgerê Anat Ben Nun jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Xwepêşandêran li dijî şer û tundiyê duruşme berz kirin."
- Ji bo Netenyahû banga îstifayê
Ji aliyekî din ve li gor nûçeya Yedioth Ahronothê Serokê Giştî yê Partiya Meretzê Zahava Gal-On bangî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû kir ku ew îstifa bike.