24 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
LONDON
Li Brîtanyayê polîs ragihand ku li îstasyona metroyê ya Oxford Circusa li Londonê midaxeleya bûyerekê kirine.

Li gorî daxuyaniya ji Polîsên Veguhastinê yên Brîtanyayê (BTP) piştî bang li polîs hat kirin midaxeleyî bûyerekê hat kirin.

Polîs derbarê hûrgiliyên bûyerê de zanyarî neda lê hat ragihandin ku îstasyon hatiye valakirin û îdî Trên jî lê ranawestin û herêm xistine bin kordona ewlehiyê de.

Herwiha bang li welatiyan hat kirin ku neçin cihê bûyerê.