İdiris Okuduci,Mustafa Deveci
07 Mijdar 2023•Rojanekirin: 08 Mijdar 2023
Hizbullaha ku bi Îsraîlê ra şer dike, ji başûrê Libnanê roket avêtin Îsraîlê.
Hizbullahê herî kêm 8 roket avêtin Girên Golana ku Îsraîlê dagir kiriye û derdora wan, pergala parastina esmanî ya Îsraîlê hin roket li hewa îmhe kirin.
Artêşa Îsraîlê bi topên giran bersiv da êrîşên Hizbullahê.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê yê herêmê veguhast, li başûrê Libnanê ser sînorê Îsraîlê dijî bajaroka Ehmediyeyê ya navçeya Mercayûnê êrîşek çêbû.
Ji aliyê din va artêşa Îsraîlê daxuyanî da û diyar kir, ji ber 20 roketên ku ji axa Libnanê hatin avêtin, li bakurê Îsraîlê sîrenan lê xist.
Di daxuyaniyê da agahî nehat dayîn ku di êrîşê da kuştî hene yan na, hat gotin ku hêzên Îsraîlê top avêtin cihên ku roket lê hatin avêtin.