DAVOS
Namzedê Seroktiya DYAyê yê berê Senator John McCain diyar kir gava ku çûye Sûriyeyê rastî rêçên êşkenceyê hatiye û bawer nake ku di dawiya lihevrûniştinên aştiyê yên li Swîsreyê pêş ve çûyin çêbibe.
McCainê ku di rabirdûyê de çend salan êşkence dîtibû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku lihevrûniştinên Cenewre-2yê "wek henekan" in.
McCain di hilbijartinên sala 2008an de li hemberî Serokê DYAyê Barack Obama bibû namzed. McCain destnîşan kir wêneyên ku êşkenceya rejima Esed îspat dikin qet ew neheyîrandine.
McCain axaftina xwe wiha domand:
"Ez berê jî çûm Sûriyeyê û min qamp dît. Ewên ku ji artêşa Esed revîbûn qalê dikirin ku çito fermanên kuştinê hildidan, çito tecawiz dikirin û çito îşkence dikirin. Min jinên ku hatibûn tecawizkirinê û xortên ku ji êşkence lê hatibû dîtin.