Barış Seçkin
22 Nîsan 2025•Rojanekirin: 24 Nîsan 2025
Vatîkanê ragihand, merasima cinazeyê Papa Franciscusê rêberê rûhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê ku duh sibehê mir, dê 26ê Nîsanê roja Şemiyê bê kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Vatîkanê da wiha hat gotin, "26ê Nîsanê roja Şemiyê ku roja yekem a maweya şîna neh rojan a Papa Franciscus e, bi dema herêmî di saet 10.00an (LST 11.00) da li hewşa pêşiya Bazîlîkaya Ezîz Petrûs dê merasima cinaze bê kirin. Kardînal Giovanni Battista Reyê Dekanê Meclisa Kardînalan dê serokatiya ayîna cinaze bike."
Hat diyarkirin ku wê neaşê Papa Franciscus pêşiyê biherin nava Bazîlîkaya Ezîz Petrûs, paşê jî ji bo definkirinê biherin Bazîlîkaya Ezîze Meryema Mezin (Santa Maria Maggiore) a li Romayê. Wesiyeta Papa jî ew bû ku li vir bê definkirin.
Tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya daxwaz û verastkirinên Papa Franciscus da merasima cinaze dê bi awayekî sade bê kirin.
Her wiha tê payîn ku gelek lîderên cihanî jî beşdarî merasimê bibin.
Di vê navberê da tê pêşbînîkirin ku cinazeyê Papa sibê li Bazîlîkaya Ezîz Petrûs ji ziyareta teziyeyê ra were vekirin.
- Vatîkanê wesiyet û sedema mirina Papa Franciscus ragihand
Vatîkanê ragihand, pêşengê ruhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Franciscus ji ber felcbûn û kêmasiya dil mir.
Vatîkanê wesiyet û sedema mirina Papa Franciscusê ku di 88 saliya xwe da mir, ragihand.
Li gor rapora mirinê ya bi îmzeya Dîrektorê Yekeya Tenduristî û Hîjyenê yê Bajarê Vatîkanê Prof. Andrea Arcangeli, Papa Franciscus duh serê sibehê li gorî saeta herêmî di 07.35an da (LST 08.35), li Mêvanxaneya Santa Martayê ya li Vatîkanê mir.
Hat ragihandin ku sedema mirina Papa felc, têrênekirina dil bû ku ev demek bû ji ber van nexweşiyan ketibû komayê.
- Papa Franciscus di wesiyeta xwe da cihê dê bê definkirin destnîşan kir
Di daxuyaniyeke din a Vatîkanê da jî wesiyeta Papa Franciscus hat parvekirin.
Hat destnîşankirin ku Papa di wesiyeta xwe da xwestiye ku di Bazîlîkaya Ezîze Meryema Mezin (Santa Maria Maggiore) da bê definkirin ku li Romayê berî her seyaheteke xwe ya dereke û di vegerê da diçû vê derê û bi awayekî taybetî dia dikir.
Her wiha li gorî wesiyetê, Papa Franciscus xwestiye ku merzelê wî di axê da bi awayekî sade û nexemilandî be û li ser bi tenê nivîsa "Franciscus" hebe.
Li gorî rêgezên Dêrê, tê pêşbînîkirin ku merasima cinazeyê Papa Franciscus piştî mirina wî di navbera roja 4em û 6em da be.
Di vê rewşê da tê pêşbînîkirin ku merasima cinazeyê Papa Franciscus di navbera 25ê Nîsanê roja Înê û 27ê Nîsanê roja Yekşemê da rojek be.
Li gorî normên nû yên Dêrê, di roja 15em yan jî 20em a piştî mirina Papa Franciscus, ku ew jî rastî dîroka 6-10ê Gulanê tê, Meclisa Kardînalan ji bo neqandina Papayê nû, dê civîna ewil bikin.