Muhammet Kurşun
06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
HAMBURG
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokê Emrîkayê Donald Trump, berî G20ê civiyan.
Merkel û Trump li Otêla Atlantik a Hamburgê civiyan û li ser mijarên zîrweyê axivîn.
Berdevekî hikûmeta Almanyayê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku Merkel û Trump teqrîben seetekê axivîne û hin mijarê civînê guftûgo kirine.
Li gor agahiyên berdevk mijarên esasî Koreya Bakur, rewşa Rojhilata Navîn û Ûkrayna bûne.
Di hevdîtinê de Wezîrê Derveyî yê Almanyayê Sigmar Gabriel, hemtayê wî yê Emrîkayê Rex Tillerson, keça Trump Ivanka û mêrê Jared Kushner û Wezîrê Xezîneyê Steve Mnuchin jî amade bûn.