Di demên dawîn de li Hindistan û Pakistanê ji ber germê herî kêm 3 hezar kes mirin.
Li Karaçiya Pakistanê ev çar rojin ji ber germ û nemê germahî digîhîje 45 pileyî û her diçe hejmara miriyan zêde dibe.
Li got agahiyên rayedarên nexweşxaneyan li Pakistanê heta niha ji hezarî zêdetir kes mirin û qasî 3 hezar kes jî di nexweşxaneyan de tedawî dibînin.
Rayedarên meteorolojiyê daxuyandin ku li welêt di nav 10 salên dawîn de rojên herî germ ev rojin û wê di nav çend rojan de barana musonê wê bibare û li welêt hewayê hinekî hênîktir bibe.
Li Hindistanê meha borî 2 hezar û 200 kes ji ber germ û nexweşiyan miribûn û germahî bûbû 50 pile.
Li gor agahiyan li Hindistanê di navbera salên 2004 û 2013an de ji ber tavlêxistinê hejmara mirinan de ji sedî 61 zêdebûn çêbû. Di deh salên dawîn de jî ji ber germa zêde 9 hezar û 734 kes mirin.
Li gor daneyên Rêxistina Meteorolojiyê ya Dinyayê di sala 2010an de li Rûsyayê di mehên tîrmeh û tebaxê de germahî gihîştibû 38 pileyî û 55 hezar kes ji ber germê miribûn. Li Ewropayê jî di navbera salên 2003 û 2010an de havînên herî germ ên 500 salî çêbûbûn û di sala 2003an de jî li Ewropayê 66 hezar kes miribû.