Abdullah Tel
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
QAHIRE
Wezîrê Karên Derva yê Misrê Semîh Şukru diyar kir ku welatê wî li Nîvgirava Sînayê ji bo bihostek axa xwe jî tawîzê nade.
Şukru di televizyoneke taybet da bersiva Wezîra Wekheviya Civakî ya Îsraîlê Gila Gamlielaya ku gotibû "Ji bo filistîniyan Nîvgirava Sînayê cihê herî baş e ku dikarin lê dewletê ava bikin" da.
Wezîr Şukru got: "Kî dike bila bike, em hemû daxuyaniyên dijî serdestiya li axa Misrê ya Sînayê di serî da ku bi xwîna gelê Misrê hatiye şûştin, red dikin. Misir li Sînayê ji bo bihostek erdê xwe jî tawîzê nade û em destûrê nadin ku tu kes bikaribe êrîşî wê derê bike."
Tê gotin ku ji Îsraîlê hin kes dixwazin di şûna du dewletbûnê da bila filistînî li Nîvgirava Sînayê bên bicihkirin û dewletê ji xwe ra li wir ava bikin.