Awad Rjoob,Gülşen Topçu
05 Tebax 2023•Rojanekirin: 06 Tebax 2023
Li gor WAFAya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê niştecihên cihû bi ser rojavayê gundê Burkayê û herêmên bakurê rojavayê yên di bin dagirkeriya hêzên Îsraîlê da ne, girt.
Niştecihên cihû dest danîn ser mal û milkên gelê Filistînî û bi xwe ra pez û dewar jî anîn ku nîşan bidin ew ê li wan deran bi cî bibin.
Gundiyên Filistînî jî xwestin ku niştecihên cihû ji nav mal û milkên xwe derxin û ji ber vê şer derket û ciwanekî Filistînî hat kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku niştecihên cihû gule berdan Qusay Cemal Matan (19) û kuştin.
Li ser kuştina ciwanê 19 salî Hemasê jî peyama sersaxiyê weşand û ji bo seferberiyê bangî Filistîniyan kir.
Wezareta Karên Derva ya Filistînê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşa organîze û çekdarî ya ku niştecihên cihû bir ser Filistîniyan, şermezar kir.
Ji serê salê vir va niştecihên cihû bi ser Şerîeya Rojava ya ku di bin kontrola hêzên Îsraîlê da ye, digirin û li wan deran êrîşî gelê Filistînî dikin.