Mustafa Deveci
27 Gulan 2024•Rojanekirin: 28 Gulan 2024
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, Xeta Xezeyê ya ku di binê êrîşên Îsraîlê da ye, "dojeha li ser rûyê dinê" ye û dîmenên ku duh ji Refahê hatin, ev yek cardin dupat kir.
Ajansa Alîkarî û Avadaniya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) daxuyanî da û diyar kir, artêşa Îsraîlê duh êvarê li bajarê Refahê çadirên Filistîniyên ku ji cî û warên xwe bûne, bombebaran kirin û ev rewşeke erjeng e.
Di daxuyaniyê da hat gotin, gelek nûçe dibêjin ku di êrîşa ser Refahê da gelek kesên ku di navê da jin û zarok jî hene, hatin kuştin û wiha hat gotin, "Xeze dojeha li ser rûyê erdê ye. Dîmenên (Refah) şeva çûyî jî delîleke din a vê yekê ye."
Li gor daxuyaniyê li Xezeyê cihekî ewledar nemaye, tu kes di ewlehiyê da nîne û têkiliya wan bi xebatkarên UNRWAyê yên herêmê ra nemaye û wiha hat gotin, "Em nikarin cihê (xebatkarên UNRWAyê) piştrast bikin, em ji bo wan û ji bo hemû merivên ku ji cî û warên xwe bûne û xwe spartine herêmê bi fikar in û nizanin ku rewşa wan baş e yan na."
Her çend Dîwana Edaletê ya Navneteweyî biryar da ku artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê êrîşan bide sekinandin jî, artêşa Îsraîlê duh li bajarê Refahê êrîşî çadirên Filistîniyan kiribû û herî kêm 40 Filistînî kuştibûn.