WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama got: "Yê min ne xem e ku ez teqez li Sûriyê pevçûnekê derxim, lê belê heke li wir çekên kimyewî hatibin bikaranîn û normên navneteweyî hatibin binpêkirin, divê li gor wê berpirsiyariyeke wê jî hebe."
Obama di hevpeyvîna xwe ya bi PBSê de got ku min der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hêla rejîma Sûriyê de hê jî biryar û bersivekê nedaye.
Obama got ku li ser vê meseleyê bi heyeta ewlekariya neteweyî re diaxive her wiha anî ziman ku li Sûriyê tiştên gelek hovane çêdibin, rejîma Esed xelkê dikuje û pevçûnên mezhebî hene. Wekî din Obama got: "Tiştên ku diqewimin trajediyeke mezin e."
Obama anî bîra Esed ku divê dev ji desthilatdariyê berde, her wiha da nîşan ku mudaxaleyeke leşkerî dê ji jiyana li wir re sûdewer nebe. Obama da zanîn ku ji hêla dîplomatîk ve çalak in û alîkariyên însanî didin wan, lê belê heke Esed çekên kîmyewî bi kar anîbe, dê hin hesabên me jî biguherin. Obama dûpat kir ku hesabên me hem li gor normên navneteweyî ne hem jî li gor berjewendiyên DYAyê ne.
Obama da zanîn ku Sûriye yek ji wan hêzan e ku di cîhanê de xwediyê depoyên çekên kîmyewî yên herî mezin in û got: "Ev welat, welatekî hesas û li herêmeke hesas e."
Obama da zanîn ku bi endamê NATOyê Tirkiye, dostekî nêzê wan Urdûn û bi Îsraîlê re cînar in û wiha pê de çû:
"Me hê jî biryara xwe nedaye lê ji ber çekên kîmyewî divê normên navneteweyî jî werin parastin û divê ji kesî re gumanek peyda nebe ku li Sûriyê çekên kîmyewî li ser sivîlan hatin bikaranîn. Me li her tiştî nihêrî, em bawer nakin ku di destê mûxalefetê de çekên kîmyewî hebin. Dema ku meriv li rêbaza bikaranîna van çekan binêre meriv îhtimalekê nadê ku mûxalefetê ev kiribe an jî bikare bike. Ji ber wê ev jî dide nîşan ku rejîmê bi kar anîye û lewma divê biryareke wê ya navneteweyî hebe."
"Heke binpêkirinek hebe divê bi aqûbeta xwe jî qayîl be"
Obama anî ziman ku der barê vê meseleyê de bi mutefîqên navneteweyî re jî îstişare kirine û wiha dewam kir: "Yê min ne xem e ku ez teqez li Sûriyê pevçûnekê derxim, lê belê heke li wir çekên kimyewî hatibin bikaranîn û normên navneteweyî hatibin binpêkirin, divê li gor wê berpirsiyariyeke wê jî hebe."
Obama got: "Ev ê muşkîleyên li Sûriyê çareser neke. Mixabin dê pêşî li mirinên mesûm û mezlûman negire."
Lê belê Obama got ku hêviya me veguherîna pergala siyasî ya li Sûriyê ye. Di vî warî de jî em amade ne ku bi welatên mîna Rûsyayê re hevkariyê bikin.