ANKARA
Wekî tê zanîn li Sûriyê Metropolîtê Helebê yê Patrîkxaneya Ortodoks yê Antakyayê Paûl Yazîgî û Metropolîtê Patrîkxaneya Ortodoks yê Suryaniyan Yûhanna Îbrahîm ji 22ê nîsanê heta niha berze ne.
Dihat îdiakirin ku ev herdu oldar li Tirkiyê tên girtin lê Wezareta Karên Derveyî daxuyanîyeke nivîskî da û diyar kir ku ev îdia tev derew in.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hinek alî hewl didin ku bi van derewan Tirkiyê têxin zorê lê ev îdia tev derew in.
Jixwe Tirkiye gelek aciz e ku du mirovên di xizmeta olê de hatine rewandin. Bi tenê daxwazeke Tirkiyê heye, ew jî demildest peydakirina van du kesan e. Ji bo vê jî heke tiştek bikeve ser Tirkiyê, Tirkiye amade ye ku piştgiriyê bide."