Haydar Şahin
06 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
HATAY
Selîm Tosunê Berpirsyarê Medyayê yê Xebatên Sûriyeyê yê ÎHHya Weqfa Alîkariya Mirovahiyê diyar kir ku ji Hemaya Rojhilatê ya ku lê pevçûn û êrîşên ji hewayê yên li ser sivîlan dewam dikin kêmzêde 80 hezar kesî koçî bakurê Îdlibê kir.
Tosun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku êrîşên li ser rojhilatê Hemayê zêde zêde dewam dikin.
Tasun got ku ji ber êrîşan sivîl di rewşeke zor da mane û wiha axivî: "Ji ber êrîşên ji beja û hewayê 80 hezar kesên li rojhilatê Hemayê koçî bakurê Îdlibê kirin. Bi hezaran malbatî cî û warên xwe terk kir hatin herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê. Li gor texmîna me heke êrîş dewam bikin eva hêjmara ew ê zêde be."
Selîm Tosun got hetanî ku ji destê wan tê alîkariyê didin van malbatan, di gava ewil a alîkariyê da li Kefer Lusînê navenda bicîwarbûnê ava kirin.
Tosun destnîşan kir ku 10 hezar pakêtên xurekê amade kirin û li malbatan belav kirin û wiha pê da çû:
"Hema tu bêje li ber sînor cî nema ku lê konan daynin, heke êrîş dewam bikin rewşê ji nika xirabtir bibe. Nika malbat di binê daran da, ciyên ku dikarên lê sitar bibin ên li ser rêyan bi cî dibin. Ji ber şiliya ku van rojên dawîn dibare konê bi sedan malbatî di binê avê da ma. Kesên ku ji bombebaranê revîn vê derê nika tengasiya dermanan û xurekê dikişînin."