ŞANLIURFA
Pevçûnên di navbere hêzên PYDê û eniya Nûsrayê de serê sibê zêde bûn. Di pevçûnê de çekên giran tên bikaranîn û ji hewayê dûxan hil dibe.
Dengê pevçûnê ji navçeya Ceylanpinara ku nêzîkî sînorê Sûriyeyê ye, tê bihîstin. Qeymeqamiyê li navenda navçeyê bi megafonan, milet hişyar kirin ku ew dernekevin derve.
Rojnamevanên ku li herêmê dixebitin kask û êlegên ji polayê li xwe kirine, di bin dîwaran de disekinin ku dîmenan bikişînin.
Hêzên ewlehiyê li sînor bergeriyan digirin.