Abdullah Tel
10 Hezîran 2020•Rojanekirin: 10 Hezîran 2020
Li Îngiltereyê peykerê Edward Colstonê tucarê koleyan ji hêla xwepêşandêran va hatibû hilweşandin û li ser vê geşedanê jî peykerê Robert Milliganê ku ew jî tucarê koleyan bû û li Londonê bû, hat rakirin
Weqfa Canal û Rîverê ya xwediyê qada peyker lê ye piştgirî da kampanyaya îmzeyê ya dest pê kiribû û li ser vê karê rakirinê dest pê kir.
Karkerên êvarê hatin herêma West India Quayê dest bi xebatê kirin û peyker ji binikê qetandin û bi vînçê danîn xwarê û paşê ji wê derê birin.
Endamê meclisa semta Tower Hamletsê Ehtasham Haqueyê ku ji bo rakirina peykerê tucarê koleyan kampanyaya îmzeberhevkirinê dabû destpêkirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi kuştina George Floydê reşik ê li Amerîkayê bertek zêde bûn û kampanyaya "heyata reşika biqiymet e" dest pê kir û ev jî perçeyekî wê kampanyayê ye.
- "Ez xwe mîna ku ji nû va hatime azadkirin hîs dikim"
Haque destnîşan kir ku ji Milliganê di sala 1809an da mir 526 kole man û wiha pê da çû: "Peyker ji bo pesnê wî bidin hatibû çêkirin. Di civaka şareza ya sedsala 21emîn da divê cihê merivên wiha tunebe."
Di axaftina xwe da Haque got ku ji ber rakirina peyker ew pir kêfxweş e û xwe mîna ku ji nû va hatibe azadkirin hîs dike û wiha pê da çû: "Di dema protestokirinan da wextê em di pêşiya peyker da derbas dibûn me xwe wek durûyan dihesiband."
- Peykerê tucarê koleyan hatibû hilweşandin
Li Bristola bajarê Îngiltereyê kesên dijî nijadperestiyê çalakî lidarxistin di 7ê Hezîranê da peykerê Edward Colstonê tucarê kolayan ê heyama sedsala 17mîn qelabtibûn û avêtibûn çem.
Polêsan ji ber bûyerê dest bi lêpirsînê kiribû û peykerê Winston Churchillê ji serokwezîrên berê yên Îngiltereyê ku li Londonê bû jî rastî êrîşê hat û li ser biniyada peykerê wî "Yekî nijadperest bû" hat nivîsîn.
- Gotinên Churchill ên nijadperest
Churchill wisa bawer dikir a nijada spî ji ser hemû nijada ra ye û bo Hinduyan digot: "Baweriya wan mîna ya heywana ye, ew jî xelqekî mîna heywana ne."
Winston Churchillê ku ji bo miletê Kurd û Efxan digot ew nijadên pêşneketîne, gotibû: "Ez dilnizimiya ji bo xaz bikarneanînê fehm nakim. Ez bi awayekî xurt piştgiriyê didim bikaranîna xaza bijehr a li ser qebîleyên nebûne xwedî şaristanî."
Di Şerê Cîhanê yê 1emîn da Churchill xwest ku bila li hemberî eskerên Osmaniyan xaza bijehr a xerdelê bê bikaranîn û di sala 1943an da li Bengalê xela rabû û di navbera 3 milyon û 10 milyonî da kes mirin û tê gotin ku di wê xelayê da berpirsyariya wî jî hebûye.